9786256274143
752133
https://www.sehadetkitap.com/urun/ciroken-zindane
Çîrokên Zindanê
162.40
Ez hêvî dikim ku hûn ê ji vê pirtûkê hez bikin. Bêguman derdên me, êşên me, kul û kederên me jî
hene. Lê ji van pirtir hêviyên me, hezkirinên me, hesretên me hene. Hûn jî dizanin, jiyan ti carî
nasekine û sekinîn li jiyanê nayê. Em wek girtiyên polîtîk êşên xwe dikin hêz û meşa xwe ya
azadiyê berdewam dikin. Lewra jî berpirsiyarên zindanê li me heyirî dimînin. Car caran dipirsin,
“Gelo hûn çima ewqas bimoral in, hûn vê hêza xwe ji çi digirin?” Bêguman em hêza xwe ji
dayikên aştiyê, ji dayikên şemiyê digirin, ji nirxên xwe û bîrdoziya xwe digirin.
Belê hevalno, ev pirtûk bi derfetên biçûk lê bi hêviyên mezin derket holê. Me careke din jî dît ku
piştgirî, hevaltî, rihê kolektîf û hevpar dîwarên zindanan bê wate dikin. Em dizanin ku gelek
hevalên me yên di zindanan de gelek pirtûk nivîsandin, berhemên giranbiha derxistin holê. Bila
hemû kes bizanin ku zindan ji bo me ne cihê razanê ye. Em dizanin yek bi yek derketina me ya
derve ne çareserî ye. Hewce ye ku em pergala xwe ya demokratîk ava bikin û deriyê zindanan bi
temamî bigirin. Ew roj zêde ne dûr in, wekî helbestvanê hêja Adnan Yücel jî dibêje, “Heya ku
rûyê erdê bibe rûyê evînê,” em ê li ber xwe bidin.
Ez silav û hezkirinên xwe ji bo xwendevanên biqîmet dişînim. Bi hêviya rojên azad. Bimînin di nav
xêr û xweşiyê de. Berxwedan jiyan e.
Leyla Güven

QNB Finansbank
| Taksit Sayısı | Taksit tutarı | Genel Toplam |
|---|---|---|
| Tek Çekim | 162,40 | 162,40 |
Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.