9786258383300
642671
https://www.sehadetkitap.com/urun/destpekeke-nu
Destpêkeke Nû
94.50
Li Londonê du xaniyên hejmar (10) hene, yek ji wan cihê niştecihbûn û ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê ye ku hemû biryarên girîng ên Şanişîna Brîtanyayê tê de tên dayîn, hejmar (10)ê din dikeve James's Square û heta sala 1927an ew jî mal û ofîsa Serokwezîrê Qraliyetê bû, piştî wê tarîxê bûye baregahê Navenda Lêkolînan a Padîşahî Chatham House, ku yek ji navendên herî girîng ên lêkolînan e li cîhanê, di sala 1920an de hatiye damezrandin; cihekî girîng ê biryarên siyasî yên Brîtanyayê ye û bi dehan dîplomat, lêkolerên mezin û siyasetmedarên xuya lê kar dikin. Ew navend girîngiyê dide wan mijaran ku li gor civaka navdewletî girîng in û rehendên wan ên cîhanî hene, bi baweriya hinek çavdêr û lêkoleran çûna Mesrûr Barzanî bo Chatham House û pêşkêşkirina gotarê li wê derê, girîngtir bû ji vekirina deriyê xaniyê hejmar (10)ê Downing Street, ji ber di dîroka 102 salî ya navendê de, yekem car e kurd dibin cihê girîngîpêdanê, Mesrûr Barzanî jî yekem siyasiyê kurd e li wê navendê gotarê pêşkeş bike.
Di vê kitêbê de hewl hatiye dayîn li ser gotara Mesrûr Barzanî ya li Chatham House, raveyên cuda bên kirin, hejmarek mamostayên zanîngehê, siyasetmedar, nivîskar û şirovekaran ji aliyên cuda ve ew gotar rave kirine û nirxandine. Ew hemû ligel gotara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê kitêbê de hatine komkirin, da ku wek dokumenteke dîrokî û çavkaniyek jî li ber destê xwêneran be.

Iyzico İle Öde
| Taksit Sayısı | Taksit tutarı | Genel Toplam |
|---|---|---|
| Tek Çekim | 94,50 | 94,50 |
| 2 | 49,61 | 99,23 |
| 3 | 33,71 | 101,12 |
| 4 | 25,75 | 103,01 |
| 5 | 20,98 | 104,90 |
| 6 | 17,80 | 106,79 |
Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.