9786257568906
639798
https://www.sehadetkitap.com/urun/diwanceya-seyfiye-sosi
Dîwançeya Seyfiyê Şoşî
200.00
Sedsala XVIII. û XIX. hem ji bo cîhanê hem ji bo gelên rojhilata navîn, bi taybetî jî ji bo gelê kurd sedsaleke gelekî giring e. Di vê sedsalê de veguherînên mezin dest pê kirine û di dawiyê de jî tabloyên balkêş derketine pêş. Her çend şopên van veguherînan di nav helbestên şa'îran de bi aşkereyî neyên dîtin jî tesîra wan li ser şaîran gelekî maye. Şer û gengeşî, têkiliyên mirovan, hest, raman û hizra wan a tesewufî di nav helbestan de bi şiklekî edebî û hunerî hatine beyankirin. Seyfî jî yek ji wan şa'îrên giring yên vê serdemê ye û girêdayî terîqeta Qadirîyê ye, têgehên termînolojiya Qadirîyê (têgehên tesewufî û navdarên vê terîqetê) di helbestên xwe de bi kar anîne. Seyfiyê Şoşî di sedsala XIX. de jiyaye û helbestvanekî mutesewif ê herêma Behdînan e. Heta demeke nêzik ji aliyê cîhana kurdolojiyê ve nehatiye naskirin. Mixabin der barê jiyan û berhemên wî de zêde ma'lûmat nînin. Pêzanînên der barê wî de jî bi gelemperî, ji helbestên wî hatine derxistin. Seyfiyê Şoşî destnivîseke hêja bi şêweya keşkûlekê nivîsiye û ew heta roja îro hatiye. Di nav wê destnivîsê de cure cure helbest û berhem hene û ev destnivîs gencîneyeke edebiyata kurdî ya klasîk e. Seyfiyê Şoşî ev destnivîs di navbeyna salên 1780-1786an de nivîsiye. Ev berhem cara yekem bi xebata Tehsîn Îbrahîm Doskî û Muhsîn Îbrahîm Doskî derketiye meydanê û Şoşî bi vî awayî hatiye naskirin.

Iyzico İle Öde
| Taksit Sayısı | Taksit tutarı | Genel Toplam |
|---|---|---|
| Tek Çekim | 200,00 | 200,00 |
| 2 | 105,00 | 210,00 |
| 3 | 71,33 | 214,00 |
| 4 | 54,50 | 218,00 |
| 5 | 44,40 | 222,00 |
| 6 | 37,67 | 226,00 |
Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.