9786256274495
834008
https://www.sehadetkitap.com/urun/sopen-deme-komnivis-1987-2026
Şopên Demê Komnivîs 1987-2026
219
Ji 1979an û vir de ye ez mamoste Sabîha Diljenê nas dikim, yanî 47 sal in em heval û hogirên hev in. Li Swêdê pênc salan wekî mamosteyên zimanê dayikê em bi hev re xebitîn. Herwiha di redaksîyona malpera “Dibistana Kurdî (2000-2010)” de jî li gel mamoste Haydar Diljen me bi hev re kar kir. Sabîha Diljen mamosteyeka bi rêk û pêk, rastgo, mutewazî ye. Mamoste Sabîha Diljen dayikeka dilovan û dildara zimanê kurdî ye. Vê yekê meriv ji zarok û nevîyên wê ferq dike ku çiqas giringî daye û dide zimanê kurdî. Ev berhevoka mamoste Sabîha Diljenê ji nivîsên curbecur pêk hatîye; li ser ziman û pedagojî û mezinkirin û xwedîkirina zarokan e, di hin gotaran de giringîyeke mezin dide zimanê dayikê ku ji bo kurdan çiqas muhîm e: “Wexta ku mirov bi zarokên xwe re û bi derdora xwe re bi kurdî nepeyive ji bo zarokan tê wê maneyê ku kurdî ne tu ziman e.” Ez hêvî dikim ku ev pirtûk bibe handan û teşwîqek ji bo dê û bavan da ku bêtir li zimanê xwe xwedî derkevin.

Iyzico İle Öde
| Taksit Sayısı | Taksit tutarı | Genel Toplam |
|---|---|---|
| Tek Çekim | 219,00 | 219,00 |
| 2 | 109,50 | 219,00 |
| 3 | 73,00 | 219,00 |
| 4 | 54,75 | 219,00 |
| 5 | 43,80 | 219,00 |
| 6 | 36,50 | 219,00 |
Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.