Torosa Spî

Stok Kodu:
9786256697232
Boyut:
135-210-0
Sayfa Sayısı:
64
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2025-05-13
Kapak Türü:
Karton
Kağıt Türü:
Kitap Kağıdı
Dili:
Kürtçe
140,00
Havale/EFT ile: 134,40
9786256697232
765930
Torosa Spî
Torosa Spî
140.00
Çîrokên H.Kovan Baqî, zemên û zimên dikin hêlekaneke pirralî; hem li vî alî, hem li hemû alîyên dî. Zeman û ziman di rêwitîya hafizeyê de dibin trajedî, trajedî dibe Torosên spî û spî dibe şeva tarî. Spî tarîtir e ji tarîyê. Kîso dilezîne bona ji goristanê bibihure û xwe bigihîje beza çîrokên hişê xwendevên... Lê Kîso çiqas dimeşe, goristan di sekna xwe de ewqas firehtir dibe, laşê welêt dixwe û welat di zemên û zimên de dibe zindîbûneke ebedî. Eyşana Beravî Gava destên wan dimeşîyan cênîkên min diêşîyan Gava gotinên wan dimeşîyan nava min diêşîya. Erebe sekinî, dengê wê jî sekinî. Derîyên erebê vebûn, du destên bi qawet di bin çengên min de bi cî bûn û em rabûn çûn. Min go, “Qey çavên erebê jî wek ê min girtî ne, loma evqas li kirik û koncalan diqewime?” Çar kennê cuda di hundirê erebê de bûn kennekî dêwasa. “Kirik û kortikên vî bajarî ji tekerên ereba me ‘hez dikin, ji ber vê bi lez tên û xwe diavêjin pêşîya erebê.” Erebe diloqe, nava min jî pê re. Baş e parîkek xwarin di hûrê min de tune, yan na wê ji devê min biavêta.

QNB Finansbank
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 140,00    140,00   
Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat