Jîyan Herêmeke Qedexekirî Bû

Stok Kodu:
9786256271043
Boyut:
135-190-
Sayfa Sayısı:
287
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2026-09
Kapak Türü:
Karton
Kağıt Türü:
Kitap Kağıdı
Dili:
Kürtçe
460,00
Havale/EFT ile: 423,20
9786256271043
898437
Jîyan Herêmeke Qedexekirî Bû
Jîyan Herêmeke Qedexekirî Bû
460
Jîyan Herêmeke Qedexekirî Bû
Xwînerên kurd heta nuha Helîm Yûsivî bi berhemên wî yên xwedi rehendeke bihêz ya surreal, sembolik û alegorîk dinasin. Lê di Jîyan Herêmeke Qedexekirî Bû de Helîm Yûsiv vê carê ji xeyal û fantaziyên afirandinê dûr dikeve; herçend berhemê bi teknîkên romanê binivise jî, hemû rûdan û kesan ji jiyana rasteqîne werdigire, bi tenê navên hîn kesan diguherîne. Yûsiv vê yekê wisa rave dike: "Gava jiyan bi xwe ji xeyalê biwêdetir be, pêdivî bi bûyer û kesên xeyalî namine."
Yûsiv berê xwineran dide serpêhatiyên xwe û jiyana xwe ya nivîskarîyê. Ew bi destê xwineran digire; wan ji Amûdê heta Berlin û Wuppertalê, ji zarokatîya bin sîya qedexeya zimanê kurdî de heta salên koçberî û penaberîyê dibe. Çîrokên bav û malbatê, evîna yekem, salên xwendin û leşkerîyê, muxaberat, lêdan, sansur, astengên çapkirinê, rev, şer û windahî li vir bi çîrokên nivîsîna berhemên wî re di nav hev de ne. Mirov dibîne ku Helîm Yûsivê mirov û Helîm Yûsivê nivîskar ji hev nayên veqetandin; nivîskarîyê bi awayekî bihêz kerigerî li jiyana Yûsivî kirîye û berevajî vê jî rast e. Lewma mirov di vê berhemê de paşxane û binaxeyên berhemên din yên nivîskarî jî dibîne; ev ne tenê serpêhatiyên wî, serpêhatiyên berhemên wî jî ne. Helîm Yûsiv wek mirovekî jî hin kêliyên nexweş ên jiyana xwe bi wêrekî nivîsîne ku ev yek otantîkbûneke taybetî dide berhemê. Lê helbet berhem ne tenê vegêrana jiyaneke takekesî ye û jixwe ji bo nivîskarên bindest yên hişmend ji bindestiya xwe ne mimkun e. Di nav bîranînên nivîskar de dîroka nêzîk a kurdên Sûriyeyê jî xuya dike: qedexe, tirs, şer, rev, windabûn û hewildana ji nû ve destpêkirinê.
Umran Aran

Iyzico İle Öde
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 460,00    460,00   
2 230,00    460,00   
3 153,33    460,00   
4 115,00    460,00   
5 92,00    460,00   
6 76,67    460,00   
Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat